Di dengdanê de ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) 13 dengên ‘erê’ ji bo pêşniyarê derketin, ku pêşnûme Elmanya, Belçîk û Kuweytê anîbûn lê endamên domdar ê KENY’yê Rûsya û Çînê derbarê pêşnûmeyê biryara ‘veto’yê dan û pêşnûme nehate qebûlkirin.
Pêşnûme pêşbîniya wê dikir ku dema alîkariya mirovî ku Tirkiye, Ordin û Libnan ji 2014’an ve dida, saleke dîtir were dirêjkirin.
Rûsya ya ku veto dayî, got rejîma Esad li piraniya Sûriyê kontrol bi dest ve aniye û ji ber vê veto dike û diyar kir, alîkariya mirovî ji deverên bi kontrola rejîmê dikare were kirin.