Li Berlîn û Parîsê ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî çalakî hate kirin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê û li paytexta Fransayê Parîsê ji bo azadiya Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û wekîlên din çalakî hate kirin.
BERLÎN
Di çalakiya Berlînê de ya li Brandenburger Torê kesên ku di komkujiya Meraş, Roboskî û girtiyan de hatibûne kuştin hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de li ser navê HDK Berlîn, HDP, Dîe Lînke, DEST-DAN Meclîsa Jinan axaftin hatin kirin.
Çalakî bi dirûşma, ”Ji girtiyên siyasî re azadî” qediya.
PARÎS
Li paytexta Fransayê Parîsê ACTÎT çalakiya dawî ya kampanyaya bi daxwaza, ”Ji Fîgen Yuksekdag û wekîlên girtî re azadî’ pêk anî.
Li kembera Strasboûr Saînt- Denisê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku her kes tevlî danişîna Yuksekdag a 24’ê Kanûnê bibe û piştevaniyê bike..
Çalakî bi dirûşma, ”Bimire dewleta Tirk a faşÎST, ji girtiyan re azadî, ji Yuksekdag re azadî” bi dawî bû.





