Nûçegihanê ajansa  ANHA`yê ku pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dişopîne, diyar kir ku beriya çend kêliyan balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Şecil êrîşek pêk anî. Di encama wê de 5 çete hatin kuştin.
Hemleya şervanên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Naneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê didome