Şervanê YPG’ê Erîk Scûrfîel ku ji Îngilistanê tevlî nava refên YPG’ê bû di 2’ê Adara 2015’an de şehîd bû. Malbata Scûrfîel ji Serokwezîr Borîs Johnson re nameyek şand û jê xwest ku li dijî qirkerî, dagirkerî û sûcên şer ên dewleta Tirk gavên bi biryar bia

Şervanê YPG’ê Erîc Constandîno  Scûrfîeld (Kemal) ku ji Îngilistanê tevlî nava refên YPG’ê bû di 2’ê Adara 2015’an de di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû. Dayika wî Vasîlîkî û bavê wî Chrîstopher Scûrfîeld li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek pêşkêşî Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson kirin.

Malbata Scûrfîeld name pêşkêşî Ofîsa Serokwezaretiyê ya li Downîng Streetê kir.  Bavê şervana YPG’ê Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) Dîrk Campbell jî bi malbata Scûrfîeld re bû.

TIRKIYE SÛCÊN ŞER DIKE

Malbata Scûrfîeld di nameyê de der barê Rojava agahî parve kir û bi bîr xist ku kurê wan Erîc yekem welatiyê Îngilize ku li Rojava jiyana xwe ji dest da.

Di nameyê de hate gotin, “Kurê me Erîc ji bo mafên mirovan, azadiya ol û îfadeyê, wekheviya zayendan a civakî ku nirxên hevpar ên dinya rojava ye têkoşiya û bi vî rengî tevlî nava SDG’ê û hêzên Kurd bû. Erîc tevî 7 welatiyên Îngiliz û bi deh hezaran Kurd, Asûrî, Ereb û Êzidiyan ji bo van nirxan şer kirin û ji bo mirovên li Bakurê Sûriyeyê xwedî paşerojekê bin fedakariyeke mezin kirin û canê xwe ji dest dan.” Di nameyê de hate destnîşankirin ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir ku DAÎŞ’î ji nû ve li hev kom bibin.

Di nameyê de hate ragihandin ku Tirkiye tevî DAÎŞ û hêzên mîna wan êrişî Kurdan dike û hate gotin, “Ev êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê gefê li Ewropayê dixwe ku DAÎŞ di ser Tirkiyeyê re xwe bigihîne Ewropayê û ji nû ve dibe ku hovîtiya DAÎŞ’ê biqewime. Aştî û aramiya ku Kurdan û enternasyonalîstan afirandin bi dagirkeriya Tirk tê xwestin ku ji holê bê rakirin.”

Di nameyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcên şer kiriye, komkujî li sivîlan kiriye, her wiha bombardûman kiriye, çekên kîmyewî bi kar aniye û hate bibîrxistin ku Rêxistina Efûyê jî kiryarên Tirkiyeyê şermezar kir. Di nameyê de daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo qirkirinê hate bibîrxistin û hate gotin, li qada navneteweyî her kes li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne.

ÇEKA KÎMYEWÎ HATE BIKARANÎN

Di nameyê de hate ragihandin ku li gorî gelek agahiyan û daneyan dewleta Tirk û çeteyên wan çeka kîmyewî ya fosfora spî li dijî sivîlan bi kar anîn û hate gotin, tê îdîakirin ku Îngilistanê ev çek firotiye Tirkiyeyê.

HELWESTEKE XURT NÎŞAN BIDIN

Di nameyê de hate bibîrxistin ku hikumeta mûxafazakar ragihand ku ew li dijî kiryarên Tirkiyeyê ne lê belê tevî vê yekê jî helwesteke bi bandor nîşan nedaye û hate destnîşankirin ku xemsariya hikumetê ya di vê mijarê de cihê xemgînî û şermê ye.

Di nameyê de hate gotin, ew bi fikar in ku Borîs Johnson û hikumeta wî ku li hmberî qirkerî, barbarî û sûcên şer ên dewleta Tirk gavê neavêjin wê xiyanetê li nirxên Îngiliz bikin û hate destnîşankirin ku ev yek wê şaşitiyeke mezin be. Di nameyê de hate gotin, Serokwezîr Johnson û hikumeta wî li şûna ku malbatên şervanên YPG’ê lêpirsîn bike, divê bi wan serbilind be û hate destnîşankirin, ku ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan li dadgeheke sûcên şer bê darizandin amadekariya dozê tê kirin.

DAXWAZA AMBARGOYÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK HATE KIRIN

Di nameyê de ji Îngilistanê hate xwestin ku li dijî paqijiya etnîkî ya Tirkiye li dijî Kurdan dike bikeve nava liv û tevgerê û ev daxwaz hatin kirin:

“Ji bo dawîkirina dagirkirina Efrînê bikevin nava liv û tevgerê û pêşengiyê ji vê yekê re bikin.

Bikin ku mirovên neçar man xaka xwe biterikînin bi rengekî ewle li xaka xwe vegerin.

Qada hewayî bi temamî li dewleta Tirk qedexe bikin.

Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî herêmeke ewle bê avakirin û Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî lê bê bicihkirin.

Statuya siyasî ya Rojava bê naskirin.

Pêkanînan li şîrketên bi Tirkiyeyê re bazariya çekan dikin ferz bikin û ambargoyê deynin ser dewleta Tirk.

Lêpirsînên der barê yên bi daxwaza xwe çûn Rojava û malbatên wan rawestînin.”