Hate gotin dewleta Tirk plansaziya wê dike ku gelek meleyan bişîne Belçîkayê.
Li gorî nûçeyeyên di rojnameyên Het Laatste Nîewus û De Morgendê de, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan sala 20202an wê nêzî 40 melayî bişîne Belçîkayê. Tê gotin ev hijmar li gorî salên bihurî zêde ye.
Hincet jî ew e ku li gelek mizgefan mela kêm in. Li herêma Flamanê nêzî 50 mizgeftên Diyanetê yên bi ser rejîma Tirk ve hene. Ji van 13 jê bi fermî têne naskirin û alîkariya diravî li wan tê kirin. Rayedarekî Tirk ku ji çapemeniya Belçîkî re axivî got melayên ku wê werin şandin, zêdetir wê bişînin wan mizgeftên ku bi fermî nayên naskirin.
Lê melayên ku ji hêla rejîma Tirk ve têne şandin dibine sedema gazinan. Hikûmet dixwaze ku mela ne ji hêla rejîma Tirk ve lê ji hêla Rêveberiya Misilmanên Belçîkî ve were diyarkirin û perwerdekirin.
Ajansa nûçeyan a Belçîkayê Belga bal kişande ser wê ku Diyanet pê navdar e ku ‘şaxê dirêj’ ê rejîma Tirk e û bala wê ne tenê li ser dîn e.
Di nûçeyê de hate gotin, ”Li gorî saziya Ewlehiyê ya dewletê Diyanet rikberên partiya Erdogan weke ku ‘dijmin’ bin nîşan dide û li nav civaka Tirk dubendiyê çêdike.”