Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24’ê Kanûnê 2019, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Tecrîda li Imralîyê bi dijwarî dewam dike û tevahiya serlêdanên Parêzer û malbatan têne asteng kirin.

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got, jin tenê bi tekoşînê dikarin rizgar bibin û Sala 2020’an jî bi tekoşînê wê bibe sala azadiya tevahiya jinan.

&- Li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyê, li dijî dewleta tirk a faşîst çalakiyên ciwanan berdewam dikin.

&- Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 74an a berxwedana rûmetê eşkere kir û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê didomin.

&- Li girtîgehên tirkiyê zext û zora li ser girtîyên azadiyê bi surgûnan dewam dike.

&- Li Iraqê krîz kurtirr dibe, serokwezirekî nû hê jî nehatiye diyar kirin û kesên navên derbas dibin, ne bi dilê gel e.