Li Iraqê Koalîsyoan Bînayê ku nêzî Îranê tê dîtin li gel protestoyên li Iraqê ku ev 3 mehan didomin jî, Kusay El Suleyh ferz kirin û namzet nîşan dan, ji ber zexta xwepêşandêran Suleyh ji namzetiya Serokwezîrtiyê vekişiya.

Suheyl nameyek ji Koalîsyona Bînayê ya li Parlamentoya Iraqê re şand û got, ”ji ber sedema ku rewşa berdest ji serokwezîrtiyê re ne guncan e ji pêşbirkê vekişiyaye”.

Suheyl ku hê jî Wezîrê Hîndekariya Bilind e, piştî ku xwe di ber serokwezîrtiyê re kiribû xwepêşandêrên ku ji 1’ê Cotmehê ve li ser piyan bûn helwesteke tund nîşan dabûn.