Tatbîqata deryayî ya hevpar a her sê welatan wê çar rojan bidome. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hêzên Deryayî ya Îranê ve hatî kirin wê were nîşandan ku Îran nayê tecrîd kirin.
Tatbîqat di demeke wiha te tê kirin ku DYE Gulana 2018’an peymana nukleerî betal kiribû û li Tengavê alozî zêde bûbû. Piştî ku DYE ji peymanê vekişiya guşarên aborî li ser Îranê pêk anî bû û xwestibû aboriya welat têk bibe.
Generalê deryayî yê Îranî Gûlamraze Tahanî ji televîzyona dewletê re axivî û wiha got; “Peyama van tatbîqatan aşitiya di nava yekitî û hevkariyê de, dost û ewlehî ye. Bandora wê jî nîşandana ku Îran nayê tecrîd kirine.”
General Tahanî bi domdarî got; “Armanca tatbîqatan zêdekirina ewlehiya bazirganî ya deryayî ya navnetewî, têkoş3ina li dijî terorîzm û korsanî, parvekirina agahî û tecrûbeyan e.”