Endamê Komîsyona Aboriyê yê HDP’ê ekonomîst Alp Altinors got krîza aboriyê ya Tirk 2020’an wê girantir bibe û li Kurdistanê bandora krîzê wê 2 caran li ya Tirkiyê girantir bibe.

Endamê Komîsyona Ekonomiyê yê HDP’ê Alp Altinors Gulan û Tebaxa 2018’an di aboriyê rewşa bertengbûnek bi xwe re aniye, pêvajoya ku bi krîza darayî dest pê kirî veguheriye ser krîza aborî ya reel û got, ”Her çendî niha mîna ku kêm bûbe xuya bike jî ji 4 mehên pêşî yên 2019’an ve bêkarî kêmtir nebûye û veberhênan hê jî kêm dibin, ev 15 meh in veberhênan kêm  dibin. Ji ber vê em nikarin bibêjin ku aboriya Tirk wê ji vê rewşa rawestiyayî derkeve. Şîroveya çapemeniya alîgir a hikûmetê ya ji vî alî ve ne rast e û bêhtir rêveberiya têgihiştinê ye. A heyî bêkarî, hejariya rasteqîn, birçîbûn û şepirzebûne e.”


Altinors got li Tirkiyê krîza aborî  xwe dispêre ser sedemên avaniyê û got, ”Ji ber van sedemên  avaniyê heta ku sistbûn, verastbûn, başbûnek nebe, her çendî lixwekêmkirin raweste jî wê geh zêde û geh kêm bibe lê rewşa sekinî wê bidome. Ne pêkan e ku meyleke zêde ya mezinbûnê çêbibe. Em bibêjin bi rêya dayina krediyan a ji hêla benqeyên kamûyê ve ango mîna sala 2017’an hewl bidin ku mezinbûneke sûnî çêbikin jî, ku2017’an bi vê gotin 7 ji 100’î em mezin bûn, çîrokên wiha gotin, lê ev bi esasî mezinbûneke wiha ku bi mesrefên dewletê û krediyên ku dabûne benqyên dewletê hatibû avakirin.

Altinors her wiha got di bazirganiya cîhanê de bertengbûnek heye û ne pêkan e ku aboriya Tirk nekeve ber vê bertengbûna aborî ya cîhanê û got, ”2020’an aboriya cîhanê wê berteng bibe. Welatekî mîna Tirkiyê ku berê wê li sinayiya  îxracatê ye, ne pêkan e ku ji bertengbûna aboriya cîhanê û bazirganiya cîhanê karîger nebe.” 

Altinors her wiha got 2020 wê bibe serdemeke giran ku meseleya bêkariyê çaresernebuyî û got, niha bêkariya rastîn 27 ji 100’3i ye û em hêvî nekin ku ev bikeve, di nêz e terisîna encamên krîzê ya li ser civakê bi heczan, bi çekên bêhikim, bi xwekuştinên ji ber bêkariyê wê 2020’an mohra xwe li ser rojeva civakê bixe.

Altinors her wiha got, ”Helbet ev krîz li cografyaya Kurd du caran zêdetir e” û got, ”Îflas, hez, destdanîna li ser çewlikan, destdanîna li ser sewal û dewaran, deynên banqeyan ên xwediyên çewlikan, anîna ber rewşa têkçûnê ya esnafan, anîna ber qedandinê ya bazirganiya sînor.. Ev hemû li cografyaya Kurd du caran zêdetir bandor li ser aboriyê kiriye û şer bi xwe ji xwe derbeke giran li aboriyê dixe.

Ji ber vê esnafê Kurd, karkerê Kurd, xwediyê çewlikan ên Kurd di vê pêvajoya krîzê de 2 caran zêdetir dikeve ber. Li herêmê derfetên dewletê ji bo kesên nêzî AKP-MHP’ê têne çêkirin, tekana îstîhdama ku ji Kurdan re vedikin qedroyên polîstî û cerdevaniyê ye, em dikarin bibêjin, krîza li herêmê wê bi rengekî pir xurttir 2020’an xwe nîşan bide.”