Şêniyên Minbicê bi sedan malbatên koçber ên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêşwazî kirin, lê dîsa jî daxwaza wan vegera li malê ye.
Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran sivîl koçber bûn û li bajarê Hesekê û bejahiya bakurê Reqayê bi cih bûn.
Li bajarê Minbicê kamp tune ne ji ber vê yekê nekarîn 380 malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêşwazî bikin.
‘XÊRXWAZAN MAL DAN ME’
Selma Abdulqadir(45)ji koçberên Serêkaniyê ye û wiha parve dike, koçber hatin Minbicê û xêrwazan mal dan me.
Selama diya 3 zarokan e û ji ber topbarana artêşa Tirk ji mala xwe derket.
Selma wiha got: “Topbaranê biçûk û mezin dida ber xwe, topbaraneke dijwar bû em li ku bûna me dikir armanc. Ji ber êrişên artêşa Tirk me rojên zor û zehemt derbas kir û ji mala xwe derketin.
‘HOV IN’
Jina koçber Selma wiha asta hovîtiya komên çeteyan bi lêv dike, çeteyên bi navên”Artêşa Wetenî ya Sûrî”mal û milkên me didizîn û talan dikirin, malên me dişewitandin û rêwiyên riyan qetil dikirin, ev jî isbata hovîtiya çeteyan ne.
Selma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji malên xwe derketin lê me nedizanî ber û çarenûsa me çi ye. Erebeya me tune bû lewma ez bi zarok û cîranên xwe re dertim û çavên me li ked û malên me bû.”
‘ÇETEYAN KOMKUJÎ PÊK ANÎN’
Eyşê Îbrahîm (38) diya 4 keç û kurekî ye û ji gundê Til Xidir ê bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. Eyşê wiha qala êrîşên dagirkeran dike: “Em roja 9’ê Cotmehê, anku roja topbarana artêşa Tirk ji bîr nakin. Artêşa Tirk di wan kêliyan de zarokên me topbaran dikirin û gelek komkujî pêk anîn, beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng ma.”
Eyşê têkildarî koçberiya bi darê zorê wiha axivî: “Em ji gundên xwe derketin û me berê xwe da gundên rojavayê bajarê Girê Spî û Kobrak. Di wê şevê de em gund bi gund digeriyan, heta me gundekî bi ewle peyda kir. Destpêka hatine me dinya germ bû, me zehmetî nedikişand lê niha sar e û rewşa me zor, em neçûn kampan. Ji ber mirovên me li Minbicê ne em yekser hatin vir. Mirovên min odak dan min û niha ez û kufletên xwe lê dimînin, hêviya me ew e em li mala xwe vegerin.”
(eh)
ANHA
