Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2’ê Çile 2020, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Hêzên Gerîlla li Haftanîn û Agiriyê, li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 5 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.
&- Fermandariya Biryargeha NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir û got, 20 jê fermandar bi giştî 1240 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin, 34 wesayitên zirxî hatin îmhakirin û derb li 7 helîkopteran hate xistin. 456 gerîla jî şehîd bûn.
&- Endamê Desteya Rêveber Ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku wê, têkoşîna wan ya sala 2020’an bênavber dewam bike
&- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê got, bi giyanê hevpar em ê di sala 2020’an de têkoşînê geştir bikin.”
&- Leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyên wê li gundên Salhiye û Zêdî yên navçeya Silûk ya Girê Spî, bi ser malan de girtin û herî kêm 20 sivîl revandin.