Serokê DYE’yê Donald Trûmp der barê êrişeke gengaz a Îranê ya li dijî baregehên wan ên li Iraqê gef xwaribû. Trûmp gotibû, “Eger Îran careke din êriş bike, em ê li 52 hedefên Îranê bixin.”
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Mûhammed Bakirî der barê hişyariya “Em ê lê bidin” a Trûmp got, “DYE newêreke ku bi Tehranê re bikeve nava şer.”
Wezîrê Enformasyon û Telekomunîkasyonê yê Îranê Mûhammed Cevad Azerî Cahromî jî li ser twîtterê peyamek weşand û got, “Mîna DAÎŞ’ê, mîna Hîtler, mîna Cengîz. Hemû ji çandê aciz in. Trûmp terorîsteke ku qat li xwe kiriye. Wê di demeke kurt de hîn bibe kes nikare netewe û çanda Îranê ya mezin têk bibe.”