Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku wan xebatên xwe yên li Iraqê dane sekinandin. Piştî êrîşên li dijî baregeha leşkerî û balyozxaneya DYE’yê koalîsyonê xebata perwerdekirina leşkerên Iraqê da sekinandin.

Koalîsyonê daxuyanî da û got ku “Ji bo me tişta girîng ewlehiya hêzên koalîsyonê yên li herêmê ne. Êrîşên bi roketan ên ku ji aliyê Katîp Hîzbûllah hatiyekirin, bûye sedem ku sivîlên ji DYE’yê û leşkerên Iraqê bimirin. Ev jî dike ku perwerdehiya hevkarên me û kapasîteya me ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê were sekinandin.”

Parlementoya Iraqê jî di heman wextê de biryar dabû ku divê leşkerên ji DYE’yê werin derxistin.