Netanyahû piştî êrîşa bi moşekan a Îranê ya li ser baregehên Emerîkayê yên li Iraqê daxuyaniyek da û got,”Kî êrîşê bi ser me de bîne, divê li bendê be ku em ê bersiveke tund bidine wan.”
Netanyahû ji bo Qasim Silêmanî got,”şerê terorîstan” û ”mîmarê kampanyaya terorê” ya li Rojhilata Navîn û diyar kir, ew piştevanê DYE’yê ne.
Netanyahû her wiha got divê destxweşî li Serokê DYE’yê Donald Trûmp wre kirin, ji ber, ”biryardarî û wêrekiyê” wî.
Netanyahû Îran mîna dijminê Israîlê pênase kir û got, têkiliyên welatên Ereb ên bi Israîlê re ”geş dibin”.