Gelek şîrketên rêya hewayî ku Aîr France û Lûfthansa jî heye seferên hewayî yên li ser Îran û Iraqê re betal kir. Saziya hewayî ya sivîl a federal ya Emerîka FAA ji 7’ê Çileyê ve seferên sivîl yên Emerîka li ser Îran û Kendavê qedexe kirin.
Rêyên hewayî yên Fransa bi armanca tevdîran heta fermaneke din seferên hewayî rawestand.
Şîrketa Hollandî KLM bi heman şêweyî sefer rawestand û diyar kir ku ji bo seferên li Rojhilata Navîn û Başur rojhilatê Asyayê rêyên alternatîf wê bikarbînin.
Li Elmanya Lûfthansa berê seferên rojane yên ji bo Tehranê rawestan piştre seferên li ser Iraq û Îranê rawestand.
Şîrketa rêya hewayî ya netewî ya Polonya j LOT jî serî ve Hindistan, Sîngapûr, Srî Lanka û Tayland dî nav de seferên ji bo gelek cihan wê li ser Îranê re pêk neîne.
Li Rojhilata Navîn Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) seferên ji bo Bexdayê belat kir, Bahreyn, Kûveyt û Misirê jî heman biryar girt. EyptAîr ji roja 7’ê Çileyê ve ji bo sê rojan biryara rawestandina seferan dabû.
Sîngapore Aîrlînes, Malaysîa Aîrlîne, Vîetnam Aîrlînes jî ve biryar şopandin. Şîrketa Ewûstralyayî Qantas jî seferên di navbera Perth û Londra de wê li cihê Rojhilata Navîn li ser Asyayê re pêk bîne.