Aûstrîan Aîrlînes ku şaxekî şîrketa Lûfthansa ya Elman e, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber raporên dawî yên li ser ewlekariya qada hewayî ya li derdora balafirgeha Tehranê û guhertina rewşê wan seferên xwe rawestandine.
Şîrketê diyar kir ku piştî agahiyên berfirehtir wergirt wê der barê seferên ji bo Îranê biryareke nû werbigirin.
Balafireke Aûstrîan Aîrlînes di 9’ê Çileyê de dema ku ber bi Tehranê ve diçû piştî ku li Sofîayê daket, vegeriya bû. Balafireke Lûfthansayê jî dema ji Frankfûrtê diçû Tehranê bi hinceta “tedbîr” û “ewlekariyê” beriya ku bigihêje Tehranê vegeriya bû.