DYE piştî 25 salan yekemcar wê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 20 hezar leşkerî bişîne parzemîna Ewropayê. Her çend vê yekê di çarçoveya tatbîqata “Parastina Ewropayê-2020” dike jî ku wê di meha Gulanê de pêk were, derbaskirina hêzeke ewqasî mezin a DYE’yê ji bo Ewropayê balê dikişîne.
Veguhastina leşkerî wê di meha Sibatê de dest pê bike û bi giştî 1100 panzer û 8600 wesayitên leşkerî wê bên veguhastin. Navenda veguhastinê û tatbîqatê wê Elmanya be. Vê armancê ne tenê rêyên hesinî û bejahî yên li Elmanyayê di heman demê de rêyên hewayî jî wê ji aliyê DYE’yê ve bê bikaranîn.
Sekreterê Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Peter Taûber der barê tatbîqatê agahî da û diyar kir, ji bo veguhastina leşkerî ya DYE’yê ku tê payîn hejmara xwe 20 hezar be wê balafirgehên Berlîn, Frankfûrt, Hambûrg, Munchen û Nurnbergê bên bikaranîn. Artêşa DYE’yê wê wesayit û amûrên leşkerî jî bi keştiyan bişîne Ewropayê. Ji bo vê jî wê bendergehên Antwerpen, Vlîssîngen û Bremerhavenê bên bikaranîn.
ARMANC: AMADEKARIYA JI BO ÊRIŞEKE JI NIŞKA VE
Ji 18 welatên NATO’yê wê 37 hezar leşker tevlî tatbîqatê bibin. Her wiha wê 8 hezar leşkerên DYE’yê yên li Ewropayê ne jî beşdarî tatbîqatê bibin. Beşeke girîng a tatbîqatê wê li Polonya, welatên Baltik; Lîtvanya, Letonya û Estonyayê pêk were. Li gorî senaryoyê wê êrişeke ji nişka ve li rojhilatê Ewropayê bê kirin û parastina NATO’yê ya li hemberî vê êrişê wê bê ceribandin.
Her çend bi rengekî eşkere neyê gotin jî NATO Rûsyayê weke ‘metirsiyeke gengaz’ dibîne.