Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê Çile 2020, DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Nivîskar û akademisyen Hawjîn Mela Emîn, bal kişand ser tez û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; Ji bo Kurdan riya derketina ji vê rewşê xeta sêyemîn e.
&- Li navçeya Stenbol Başakşehîrê, Tîmên Tolhildanê li dijî febrîqeyên tirimbêlên zirxî yên Artêşa Tirk çalakiyeke bi bandor lidar xistin.
&- Nûnerê HPD’ê yê Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz bang li Kurdan kir ku, ji bo parastina Kurdistan û destketiyên gelê Kurd bibin yek.
&- Tora Ziman û Çanda Kurdî, li dijî polîtqeya pişaftinê banga hevgirtinê kir.
&- Rûniştina doza ku li dijî xizmên cangoriyên Roboskiyê hatibû vekirin, hate taloqkirin.