Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve ji bo hevdîtinê tu bersivê nadin serlêdanên parêzeran.