Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17’ê Çile 2020, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Parastina Gel HPGê, 3 gerîllayên ku di sala 2018’an de, li Dêrsîmê şehîd bûne, bi bîr anî.
&- TJK-E’yê nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê da û bang li Kurdistaniyan û bi taybetî ji jinan kir ku di 18’ê Çileyê de ji bo Şingalê dakevin qadan
&-Artêşa rêjîma Sûrî di bin êrişa balafirên Rûsyayê de li herêma Idlibê pêşde diçe..Ji şevê din ve bêtirî 80 êrişên hewayî pêk hatin..
&- Li Bakurê Sûrî di encama çalakiyeke li Silûkê de yek jê bînbaşî 3 fermandarên Tirk û serçeteyekî Ehrar Şerqiye hatin kuştin.
&- 26 partiyên Kurdî yên li Sûriyeyê ji bo yekîtiya netewî gavek nû avêt û bang kirin ku bê şert û merc bên gel hev.
&- Ambargoya ku rêvebariya Hewlêrê daniye ser Wargeha Penameran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) zêdeyî 184 roje berdewam dike.