Li paytexta DYE Washîngtonê, 4’emîn ‘Meşa Jinê’ doh hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi hezaran jin beşdar bûn, polîtîkayên Serokê DYE’yê Donald Trûmp hatin şermezarkirin.

Li DYE’yê di çarçoveya 4’emîn a ‘Meşa Jinê’ de çalakiyek hate lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn polîtîkayên Trûmp şermezar kirin.

Kîm Ellîott a ji Washîngtonê li dowîza ku hilda gotina “Ji sê sal beriya niha bêhtir ditirsim” nivîsî. Ellîott ji AFP’ê re axivî û got, “Em zanîbûn ku Trûmp wê hîn bêhtir tirsnak bibe, lê belê em pê nehesiya ku wê çiqasî metirsîdar be.”

Jinên femînîst jî ji 7 heta 77 salî li pişt Qesra Spî stran gotin û tevî serma û berfê tevlî çalakiya şermezarkirinê bûn.