Li ser referandûma qaşo serxwebûnê ku PDK’ê li ser Kurdan ferz kir salek derbas bû. Beriya salekê ji gelê Kurd re gotin ’em ê serxwebûnê îlan’ bikin û bi gotinê referandum pêk anîn. Xelkê Kurdistanê jî bi niyeteke pak çû dengên xwe bi kar anî. Lê belê em dinêrin ku piştî salekê destkeftiyên Kurdan yeko yeko winda dikin an jî pêşkêşî hin hêzên din tên kirin.
PDK’ê li gorî ajandeya xwe ya siyasî ji bo Kerkûk û herêmên derdorê referandûm pêk anî. Bi vê referandûmê xwest ku tengasiya di nav de ye derbas bike û xwe weke otorîteyeke mutleq li ser Kurdan ferz bike. Bi vê pozîsyonê jî bi hêzên derdorê re têkiliyên xwe dizayn bike. Lê ev hesabek şaş bû. Gelek kes û derdoran wê demê gotin ev biryara referandûmê şaş e. Lê PDK û alîgirên wan gotin, ‘ma hûn li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.’ Bi van gotinên manîpulatîf planek kûr û qirêj li ser gelê Kurd ferz kirin.
Ê bêguman gelê Kurd jî nabêje ’em li dij in.’ Yên xwestin çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Di serî de dewleta Tirk (ku niha dostê sereke yê referandumxwazan e) bêguman Îran û rêveberiya Bexdayê li hemberî vê yekê derketin. Di nava hêzên Kurd de jî dubendî çêbû. Piştî referandumê mehekê, rêveberiya Bexdayê, bi alîkariya Îran û Tirkiye êrişî Kerkûk û deverên din kir. Hêzên ku gotin em ê Kurdistana serbixwe îlan bikin di nava 2 saetan de herêm terikandin û reviyan malên xwe.
Dawiya dawî Kerkûk çû, herêmên derdorê çûn. Hema bêje nîvê axa Kurdistanê dîsa ket bin kontrola Bexdayê û sînor vegeriyan beriya 2003’yan. Û ew kesên berpirs jî derneketin negotin ’em ji kû hatin kû?’ Berovajî êrişî kesên ew rexne dikin kirin.
Referandum xiyanetek mezin bû. Her wiha îhtimal e ku ev plana hêzên dagirker be. Ji bo destkeftiyên Kurdan têk bibin ev plan bi rêya hin Kurdan kirin meriyetê. Yeko yeko wisa nehatibe plan kirin jî gav bi gav wisa hat kirin.
Ev hêzên ku referandum pêk anîn û paşê reviyan li hemberî vê rewşê çi kirin? Pêşî çûn berderiyê Erdogan. Gotin û heqaretên Erdogan daqurtandin. Ji bo xwe şîrîn bikin li hemberî PKK û Şengalê bi Erdogan re dîsa peymanên dizî çê kirin û ev peyman niha di meriyetê de ye.
Dewleta Tirk jî li Kerkûk û derdorê ji vê yekê sûd wergirt û planên xwe kirin dewrê. Li gorî belge û gelek nuçeyan bi hezaran kesên girêdayî xwe perwerde kirin. Li gorî gotinan dewleta Tirk niha li Kerkûkê artêşek veşartî saz kiriye. Jixwe hin kesên girêdayî wan vê yekê eşkere dikin.
Niha jî ji bo Kerkûkê ji Kurdan xalî bikin dibêjin ‘Wê PKK êriş bike, wê komkujî çêbin.’ Bi vê yekê dixwazin bajêr vala bikin û xwe bicîh bikin.
Baş e PDK û YNK çi dikin? Li Başûr hilbijartin heye ji bo ku cihê xwe qewîm bikin dixebitin û ji bo serokkomariya Iraqê şerê hevdû dikin.
Ê ka we Kurdistana serbixwe îlan dikir îca çima piştî salekê hûn ji bo kursiya Bexdayê bihev dikevin?
Xwedê neyne sere ti kesî, li ser rûyê erdê, di siyaseta cîhanê de ti kes an jî hêzeke ku ewqas zirar dide welat û civaka xwe nîne û tineye. Ji ber vê yekê ye pêşiyên me gotine, ‘Kurmê darê ji darê ye.’
Amed Dicle