Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş

Îro 23’ê Çile 2020, PÊNCŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, li dijî pergala êşkencê ya Îmraliyê di nava tevgerê de ne.

&- Li Amed û Suleymaniyê ciwanên Kurd, dîwarên kolanan bi wêneyên Serok APO xemilandin.

&- Komên bi navê Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Sakîne Cansiz li Amed, Wan û Stenbolê hin çalakî li dar xistin.

&- Însîyatîfa Zarokên Agir, Stenbolê li dijî febrîqeyekê, çalakiyeke ji agir lidar xistin.

&- Şaxê Mersînê yê ÎHD’ê li ser binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Tarsûsê raporek amade kir.