Grûba Defa Wefabûnê ku ji aliyê ciwanên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ve hatiye damezirandin bi çalakî ûj karên xwe yên hunerî kariye xwe li ser seranserî Herêma Kurdistanê bide naskirin û bibe nasnameya Derbendîxanê. Grûba Defa Wefabûnê girêdayî Navenda Ciwanên Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê ye. Di sala 2004’an de li navçeya Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi pêşengiya hunermend Huner Elî hatiye damezirandin.
Grûba Defa Wefabûnê ji 4 jinên ciwan û 15 xortên pêk tê. Hemû jî li defê didin. Li seranserî Herêma Kurdistanê yekem grûbe ku tenê defê dijene. Lê, piştî vê grûbê çend grûbên din jî hatin avakirin.
Her çiqas Grûba Defa Wefabûnê di nava odeyekî biçûk de pirovayên xwe dikin û xwe perwerde dikin jî, lê dîsan karî xwe li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê bidin naskirin û ji bo xwe navekê tomar bike. Temenê vê grûbê 14 sal e. Bi hêz û şiyana xwe kariye, xweşî, nexweşî, êşên navçeyê di bîranîn û merasîmên taybet de bi defa bîne ziman û cihê xwe di nava hunera Kurdî de bigire. Herwiha beşdarî çend çalakiyên hunerî yên li derveyî welat ji bûye.
Mamosta û berpirsê Grûba Defa Wefabûnê Huner Elî derbarê armanc û sedemê damezirandina grûbê de ji ajansa RojNews’ê re axivî. Huner Elî eşkere kir ku bi damezrandina vê grûbê re xwestiye girîngiyê bide amêra defê û got; “Lewma min navê wê kir Grûba Defa Wefabûnê. Ji bo ku endamên wê dilsoz bin li hemberî hunera bajarê xwe.”
Lave Ciwamêr a temen 15 salî û di nava grûbê de defê lê dixe derbarê karê grûbê de axivî û got; “Ez gelek kêfxweşim ku defê lêdixim. Bi vê hunerê xizmetê ji bajarê xwe re dikim. Her çiqas di serî de ji bo min astengî hebû, lê piştre ji bo wan derkete holê ez ne şaş im. Niha vî karî ez dilxweş kirime. Êdî rê li pêşiya min nagirin. Niha xwesteka min heye ez evqas din pêş bikevim û timî gel grûbê bimînim.”
Lave Ciwamêr bal kişand ser beşdarûna jinan a di nava çalakiyên hunerî de û wiha pêde çû; “Li Derbendîxan beşdarbûna jinan kême. Lê, hêvîdarim ku em ji bo wan bibin rê xweş. Êdî dayik û bav li pêşiya wan nebin asteng. Ji bo wan bibin alîkar ji bo beşdarî karên hunerî bibin.”
‘Ji bo Derbendîxan bûye nasname’
Herwiha Hewrema Macîd ê temen 20 salî ku di nava grûbê de nêzî 8 salene defê lê dixe wiha qala karê grûbê kir; “Em çiqas bi kiryarî xizmetê dikin, ew jî bi muzikê ximzetê dikin. Ji ber ku xalên hevbeş ên hemû gelên cuda ne. Me kariye ji vê navçeyê re xizmetê bikin. Dema ku qala Derbendîxan tê kirin, qala Grûba Defa Wefabûnê jê tê kirin. Ev grûb ji bo Derbendîxan bûye nasneme.”