Endamên keştiya alîkariyê ya bi navê Ocean Vîkîng bi hewara keştiyekê ve çû ku ji ber şerê li Lîbyayê direviya.

Hate ragihandin ku operasyona rizgarkirinê şevê din hate kirin û di operasyonê de 92 kes hatine rizgarkirin.

Di nava kesên hatine rizgarkirin de 5 jin û 38 zarok hene. Kesên operasyona rizgarkirinê kirine ragihandin ku demeke kurt de bi hêvîne ku peravekî bi ewle bibînin. Di rewşa heyî de yekîneyên ewlehiya sahîl ya Lîbyayê kapasîteya wan a rêveberiya opeasyonên rizgarkirinê nîşan nadin.

Şeva 17’ê Çileyê jî Ocean Vîkîng di keştiyekê de 39 kes rizgar kiribû. Penaberên hatibûn rizgarkirin piştî 4 rojan li peravên Pozzello ya Îtalyayê hatibû danîn.

DI NAVA 5 SALAN DE ZÊDETIRΠ 9 HEZAR KOÇBER MIRIN

Li gorî Rêxistina Koçberî ya Navnetewî di sala 2019’an de li Derya Spî hezar û 283 penaber mirin. Ev rêya di navbera Bakurê Efrîqa û Îtalyayê de ji bo penaberan bûye goristan. Di nava 5 salan de herî kêm 19 hezar û 164 kes di vê rêyê de mirin.