Li Xarpêtê bi pîleya 6,8 erdhej çêbûbû. Di xebatê rizgarkirinê de zarokekî 12 salî bi saxî ji nav kavilan hate derxistin.
Piştî erdheja bi pîleya 6,8 a Xarpêtê xebatên rizgarkirinê didome. Piştî erdhejê 5 saetan zarokekî 12 salî bi saxî ji nav kavilan hate derxistin.
Li Doganyola Meletîyê jî 5 kes mirin û xebatên lêgerîna di nav kavilan de bi dawî bû. Li vê derê malên kerpîç zêde bûn û derz li bi sedan malan ket.
Li Taxa Gokçeyê jî gelek birîndar hene û hin mal hilweşîyan. Kesên di bin kavilan de man, hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ku ji rayedaran hatine wergirtin li navçeyê di bin kavilan de tu kes nemane.