Li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bi pileya 5.1 erdhejek din çêbû.

Li Xarpêtê ku erdhejên biçûk didomin, carek din erd hejiya. Li navçeya Sîvrîce saet 19:30’an bi pileya 5.1 erdhejek din çêbû. Ji ber erdhejê carek din mirov ketin nava panîkê û erdhej li bajêrên derdor jî hate hîskirin.

Şevê din dîsa li Sîvrîceyê bi pileya 6.8 erdhej çêbibû, li navenda bajêrê Xarpêt û Sîvrîce herî kêm 22 kes mirîbûn û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûbûn.