Miclisa Xweseriya Dimikratîk a Şengalê Mam Zekî Şengalî bibîr anî û bang li hemû kesê kir tevlî merasîma 40 rojiya biranîna Mam Zekî ya li Serdeşta Çiyayê Şengalê bibin.

Balafirên dewleta Tirk di 15’ê Tebaxa 2018’ê de êrîşê Şengalê kirin û di encama êrîşê de Endamê Koordînesyona Civaka Êzidî Mam Zekî şehîd bû. Bi boneya 40 rojiya şehîdbûna Mam Zekî sibe li Serdeşta Çiyayê Şengalê merasim tê lidarxistin.

Bi vê boneyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku sibe li Şengalê bi merasîmekê Mam Zekî Şengalî bê bibîranîn. Meclisê diyar kir ku ew di serî de sersaxî ji bo mamê civaka Êzidî Mam Zekî û tevahiya civaka Êzidî dixwazin.

MXDŞ’ê ji bo tevlîbûna merasîma bîranînê bang kir û got; “Em weke MXDŞ û SMŞ-Şengalê ji bo merasîma çileya Mam Zekî Şengalî ku wê di 27’ê Îlonê de bê lidarxistin, hemû gelê xwe yê dilsoz û welatparêz vedixwînin xêra Mam Zekî. Wê konê xêrê li Serdeşta Çiyayê Şengalê li ber avahiya meclisa heman herêmê were vedan.”