Tê payîn ku rêveberiya DYE di saetên pêşiya me de plana xwe ya têkildarî pirsgirêka Filistin-Îsraîlê eşkere bike. Filistiniyan gotin ku plan aligrê Îsraîlê ye û nerazîbûnan nîşan didin.
Çavkaniyên Filistinê diyar dikin ku di plana heta niha nehatî eşkere kirin de Geliyê Urdun û koloniyên Yahûdî yên li Rojavayê Şerîa bi Îsraîlê ve girê bidin û Qûdisê weke paytexta yekane ya Îsraîlê were naskirin.
Mûhammed Îştiye wiha got; “Em bang li civaka navnetewî dikin ku plana wan hevpar be, ne li gorî hiqûqa navnetewî ye û mafên gelê Filistinê ne yê firotinê ye.”
Îştiyye wiha jî got; “Plana vê hedefê ew e ku Trûmp ji kar neyê girtin û Netanyahû ji girtîgehê rizgar bike. Ev ne plana aşitî ya Rojhilata Navîn e.”