Konsolosxaneya Rûsyayê ya li bajarê Cantona Çînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Pisporên ji Rûsya û Çînê dest bi amadekirina dermanekî kirine.”

Li gorî daxuyaniyên fermî li Rûsyayê ew rastî vîrusa koronavîrusê nehatine.

Li Çînê li gorî daneyên fermî nexweşên ji ber koronavîrusê bû 5 hezar û 974. Hate diyarkirin ku 132 kes jî ji ber vîrusê mirine.

Pisporê nexweşiyên hilmstendinê Zhong Nanshan diyar kir ku ev vîrus bi qasî hefteyek deh rojan wê zêde bibe û piştre dibe ku kêm bibe.

Lêkolînerên Enstîtuya Tendirustiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê jî li hemberî vîrusê dest bi amadekirina derziyeke derman kirin.

Zanyarên Enstîtuta Doherty a Melboûrnê jî diyar kirin ku wan di şertên labaratûvarê de ev vîrus qelstir kirine û bal kişandin ser vî tiştî ku ev gaveke gelekî girîng e.