Komên çep ên radîkal ên Elman, çalakiyên şewitandina wesayitên şîrketa mezin a Elman a hesin-pola ThyssenKrûppê li xwe girt. Komên çep ragihandin ku ThyssenKrûpp ji artêşa Tirk re malzemeyên leşkerî hildibe
Çend roj berê li paytexta Elmanya Berlînê, sê wesayitên şîrketa hesin-pola ya Elman ThyssenKrûpp hatibûn şewitandin. Bi çalakiyên hevdem ên li taxên cuda yên Berlînê wesayit hatibûn şewitandin.
Polîsan der barê bûyerê dest bi lêkolîneke berfireh kirin. Komên çep ên radîkal ên Elman li malpera înternetê ya bi meyla çep indymedia.orgê daxuyaniyek weşandin û berpirsyariya çalakiya şewitandina her sê wesayitan li xwe girtin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ThyssenKrûpp ji bo artêşa Tirk a ku 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye alavên leşkerî hildiberîne, lewma bûye hedefa wna.
‘ARMANCA ME BIDAWÎKIRINA HEVKARIYA BI ARTÊŞA TIRK RE YE’
Komên çep diyar kirin ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana Rojava ya li dijî dagirkeriyê û destnîşan kirin, “Bi vê çalakiya xwe me xwestin nîşan bidin ku rêveberiya xweser a li Rojava bi tenê nîne.” Komên çep bal kişandin ser hevkariya dema dawî ya ThyssenKrûpp a bi dewleta Tirk re û diyar kir, “Armanca me ji çalakiyên bi vî rengî ew e ku dawî li hevkariya bi dewleta Tirk re bînin.”
Di vê navberê de piştî çalakiya şewitandina wesayitan a li Berlînê, ThyssenKrûpp civîna xwe ya Desteya Rêveberiyê ku dixwest li bajarê Bochûmê pêk bîne betal kir. Seroka Desteya Rêveber Martîna Merz piştî çalakiyê daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku ew di nava fikareke mezin de ne.