Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 3’ê SIBAT 2020, DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Komîteya Navendî ya PKK’ê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku, têkoşîna sala 22an ya li dijî komplo wê serbikeve û tecrîda Îmraliyê bişikînê û azadiya Rêber Apo misoger bike.

&- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, diyar kir ku, muwekîlê wan Rêber Ocalan li gel tecrîdkirinê, bi fikrê xwe yê cîhanî li pergala Îmraliyê riya aştiya bi rûmet vekir.

&- Çeteyên DAIŞê, doh êrîşî Kampa Penaberan ya Şehîd Rusten Cudî-Mexmurê kirin û di encamê de sîvîl birîndar bûn, çekdarên PDKê, destur nedan ku birîndaran bibin nexweşxaneya Hewlêrê.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê, HRE diyar kir ku, li du qadên Şehbayê hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakî pêkanîn, 22 çete hatin kuştin.

&- Însîyatîfa Zarokên Agir, li bajarên Tirkiye Denîzlî û Îzmîrê, çalakiyên ji agir lidar xistin.

&- Çalakiya li dijî fîrmaya hesin û pola ya Elmanya ku lewazimên leşkerî ji Artêşa Tirk re çêdikir, Komên Çep ên Radîkal ên Elman girtin ser xwe.