Li ser 2 DAÎŞ’iyên ku li herêma Mexmûrê sê şivan birîndar kirin û piştre ji aliyê gerîlayên HPG’ê yên Mexmûrê ve hatin kuştin, êlekên bi îmzeya serçete, mal û dermanên Tirk hatin dîtin.
Piştî ku DAÎŞ’iyên êriş birin ser herêma Mexmûrê hatin kuştin, hatin saxkirin û li ser wan gelek malzeme hatin dîtin.
Çeteyên DAÎŞ’ê di 2’ê Sibatê de êriş biribûn ser kampa penaberan a Mexmûrê. Çeteyan li Çiyayê Qereçoxê sê şivanên ku pezê xwe diçêrandin birîndar kirin û her du çete piştre bi destwerdana gerîlayên HPG’ê re di şer de hatin kuştin.
Li qada şer û herêmê lêkolîn hate kirin û di encamê de gelek cebilxane, malzemeyên xwedîkirinê û hin telefon hatin dîtin. Di nava malzemeyên hatin dîtin de çente, kinc, erzaq û derman jî hebûn.
Li ser êlekên êrişê hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyan kirine. Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin malên Tirkiyeyê bûn. Nehate hînbû ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi çi rengî gihandine mal û dermanên Tirk an jî ew malzemeyên Tirk çawa gihîştine wan.


