Beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ku serdan wê îro dest pê bike, rojnameya ‘Der Tagesspîegel’ê ragihand li ser polîsekî ku di Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê de, yê ku ji îstîxbarata Tirk re dixebitî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hate gotin kesê ku behsa wî tê kirin yekî payebilind e û li Berlînê derbarê muxalîfên Erdogan agahiyan dide hev û van agahiyan dide Sefareta Tirk. Tê gotin tîmên lêpirsînê yên Elman ku polîsê nasnameya wî nehatî diyarkitin di şopandin, bûyera sîxûriyê bi belge kirin.
Lêpirsîna dozgeriya Berlinê veşartî tê hiştin, her wiha diyar bû, kesê ku polîsê sîxûr agahiyê jê re radigihand jî endamekî MÎT’ê ye, ku bi nasnameya dîplomatan digere. Piştî ku ev skandal derkete holê Wezareta Karê Navxwe ya Berlînê daxuyaniyek kurt da û got, ”Haya me ji îdîayên derbarê polîs heye”.
Wezîrê Karê Navxwe Andreas Geîsel têkilî lêpirsî bi berfirehî agahî neda, rayedarên Midûriyeta Emniyetê yên Berlînê ku ji kovara nûçeyan a ‘Focus’ê re axivîn, gotin lêpirsîn didome. Balkêş e ku lêpirsîna ku ev demeke didomiya, beriya serdana Erdogan dane çapemeniyê.
LÊPIRSÎNÊN LI SER MÎT’Ê TIM HATIN ‘BINCILKIRIN’
MÎT’a Tirk ku di serî de di ser DÎTÎB’ê ya diyaneta rejîma Erdogan, di ser sefaretxane, şîrketên qelp û banqeyên Tirk tora sîxûran ava kirî, kete naav yekîneyên polîsên Elman û derbarê Kurdan û Tirkan agahî ber hev kir, ev rewşe gelek caran li Elmanya bû rojev.
Derketibû holê hin kesên ku ji bo Rêxistina Saziya Parastina Destûrê ya saziya îstîxbarata navxwe ya Elman serlêdana xwe kiribûn bi MÎT’ê re têkildar in. Yek ji van saziyan ku MÎT ketî nav de Daîreya Koç û Penaberan e, ku kesên ji rejîma Erdogan direvin, serlêdana xwe ya pêşî li vir dikin.
Lê li Elmanya ku 6 hezar sîxûrên MÎT’ê lê aktîf in, lêpirsîna li ser sîxûrên Tirk tenê sembolîk ma. Van 5 salên dawî nêzî li ser 20 endamên MÎT’ê lêpirsîn hate vekirin lê ji yekê ji van jî ti encam derneket.
Serek komîserê bi eslê xwe Tirk Dondo Yazgan ku li Eyaleta Hessenê, li bajare Wîesbadên li yekîneya ‘polîsên lihevkirinÊ’ dixebitî têkiliyên wî yên bi MÎT’ê re derketibû û ANF’ê Tebaxa 2017’an navê wî deşîfre kiribû, yek ji sîxûrê rejîma Erdogan bû. Yazgan ku li ser wî lêpirsînê dest pê kirî, niha hê jî li Emniyeta Eyaleta Hessenê bi qedemeyeke kêm, bi memûrtiyê kar dike.