Li gorî daneyên dawîn ên Saziya Tendirustiyê ya Neteweyî ya Çînê di şewba koronavîrusê de 563 kes mirine. Kesên ku ev vîrus bi wan re hatiye dîtin jî 28 hezar kes derbas kir.

Ji xeynî Çînê li Filîpîn û Hong Kongê jî 2 kes mirin.

Li gorî daneyên Reûtersê ji daxuyaniyên fermî wergirtiye, ji xeynî Çînê li 31 welatan 258 nexweş hatine tespîtkirin.

BI SEDAN PISPOR LI HEV DICIVIN

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku wê bi sedan pispor werin ba hev. Di 11-12’ê Sibatê de wê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê ev konferans were lidarxistin. Di vê konferansê de wê li ser dermanan nîqaş were kirin. Hate diyarkirin ku wê komeke navneteweyî piştî demeke kurt biçin Çînê.

Berdevkê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Tarik Jasarevîç diyar kir ku a niha tedawiyeke bi bandor a ji bo 2019-nCoVê tune.