Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7’ê SIBAT 2020, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Encamnameya konferansa ku di 5-6’ê Sibatê de bi sernava ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ hate kirin, piştî nirxandinan û şûnde hate eşkerekirin.
&-KJK’ê ji bo Malbata Emûttûllah Guzel û ji Gelê Kurd re sersaxi xwest û got: Em, di serî de bang li gelê Amedê û tevahiya Kurdistaniyan dikin ku, xwedî li cenazeyê Dayika Guzel derkevin.”
&- HPGê gerîlla Bêkes Ûrmiye ku di êrîşa 2ê Sibatê ya DAÎŞê li ser wargeha Mexmûrê de şehîd bû, bi bîr anî.
&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir û heyeta li gel wan birîndarên di bin aşûtê de mabûn ziyaret kirin û şîfa ji wan re xwest.
&- Hêjmara kesên ji ber vîrûs Koronayê mirine her ku diçe zêde dibe, heya niha ji ber vîrûsê 636 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 31 hezar kes ji bi vîrûsê ketine.