Hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pencşemê herêmeke paytexta Sûriyeyê bombe kiribû. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku sîstema hewayî ya Sûriyeyê jî bersiva êrîşê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Balafirên Îsraîlê di dema êrîşê de, nêzî balafireke rêwiyan a Aîrbûs-320 dema ku dixwest dane xwarê, bû.”
Çavkaniyên Rûsî diyar kirin ku balafir di navbera êrîşa hewayî û topan de ma û bi mûdaxeleya bi lez a balafirgeha Şamê balafir ji herêma hedefa sîstema hewayî ya parastinê ya Sûriyeyê de hate derxistin.
Hate ragihandin ku balafira ku 172 rêwî tê de bûn ku sefera navbera Tehran û Şamê de dikir bi awayekî ewle li balafiregeha Hmeîmîm a Rûs daniye xwarê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wiha jî got; “Di dema operasyonên leşkerî yên hewayî de, xwe ji bersivdayîna hêzên Sûriyeyê parastin yan jî bloke kirin yek ji taybetmendiyên bê karekteriya hêzên hewayî ya Îsraîlê ye.”
Wezareta Parastinê bi sûcê “Avakirina xeteriyê ya li ser jiyana bi sedan mirovan” Îsraîl sûcdar kir.