Serokwezîr Prayûth Chan-ocha diyar kir, ku êrişkar ji ber lihevnekirina li ser zeviyekî êriş kiriye. Serokwezîr ragihand, ji ber êrişê 26 kesî jiyana xwe ji dest dane, 57 kes jî birîndar bûne.
Êrişkarê 32 salî piştî êrişê li bajarê Nakhon Ratchasîma (Korat) kete firoşgeheke bi navê Termînal 21 û ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Serokwezîr çû cihê bûyerê û got, “Li Taylandê bûyereke bi vî rengî beriya niha neqewimî bû û hêvîdar im krîzeke wiha bi dawî bibe.”
Wezîrê Tenduristiyê yê Taylandê Anûtîn Charnvîrakûl jî li ser Facebookê daxuyaniyek weşand û got, “Ez spasiya polîs û artêşê dikim ji ber ku dawî li vê rewşê anîne” û diyar kir ku kujer hatiye kuştin.
Hate ragihandin, êrişkar destpêkê ketiye hundirê xaniyekî, tê de du kes kuştin û piştre jî berê xwe da baregeha leşkerî, li we derê jî li derdorê reşand.
Li gorî dîmenê di çapemeniya herêmî de hate weşandin, êrişkar piştre li pêşiya firoşgehekê ji wesayitê peya dibe, çend caran guleyê berdide û rê li ber panîkê vedike.
Êrişkarê bi navê Jakapanth Thomma wêneyê xwe û peyamên xwe weşand. Beriya hesabê Facebookê yê Thomma bê girtin peyamên “Tu neçar e bide min”, “Kes nikare ji mirinê bireve” weşand û ji bo qurbaniyan sersaxî xwest.
Li bajarê ku bûyer lê qewimî yek ji mezintirîn leşkergehên Taylandê heye.