Li Bajarê Leûven yê Belçîkayê meşa du rojan a li dijî tecrîd û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Meşa dirêj ya du rojan îro saet 11:00’an li pêşiya îstasyona trenê ya Leûvenê dest pê kir. Meşvan wê îro heta Kortenbergê bimeşin.

Roja Duşemê (sibê) jî wê li Kortenbergê heta peşiya Parlamenta Ewropayê meş were lidarxistin. Li pêşiya PE’yê meş wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Di meşê de li gel wêneyên Ocalan alayên PKK’ê jî hatine hildan û bê navber dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” hate berzkirin.