Mîsyona Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (MANÛL) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku rûniştina pêşîn a muzakereyan ku di 3’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, piştî nîvro qediyaye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Ghassan Salame berê jî daxuyaniyek dabû û diyar kir ku li ser hin xalan hê lihevkirin pêk nehatiye.
Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Trablûsê ya ku Enqere piştgiriyê dide wan 5 nûnerên leşkerî yên payebilind şandibû civînê. Hêzên Xelîfe Hafter jî evqasî nûnerên leşkerî şandibû.
Di van civînan de li ser agirbestê peyman derneket. NY daxuyanî da û diyar kir ku wê di 18’ê Sibatê de rûniştineke din a muzakereyan were destpêkirin.
Meha borî li Berlînê li ser Lîbyayê konferansek hatibû lidarxistin û hatibû diyarkirin ku divê hêzên ji derve di warê leşkerî de mudaxeleyan nekin û li gorî ambargoya çekan tevbigerin. Lê Tirkiyeyê ev ambargo bin pê kir, çek, cebilxane û hêzên paramîlîter şand Lîbyayê.