Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10’ê SIBAT 2020, DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku, Haraketa Azadiya Kurd, 21 sal in, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke dîrokî dimeşîne.
&- Nasir Yagiz destnîşan kir ku yekane riya têkbirina komploya navneteweyî têkoşîna rêxistinkirî ye û got; Ji bo Kurdan yek rê heye, têkoşîna hevreyî.
&- Weqfa Newroz a Çandî û Civakî, derbarê têgeha azadiya jinê de, li paytexta Lûbnan Beyrûdê, doh panelek pêkanî.
&- Gerîllayê HPG’ê Baran Kaya bi nasnav Firat Çîçek, di roja duyemîn ya Meşa Dirêj de, li Darmstadtê hate bibîranîn.