“Yek ji armanca Tirkiyê jî ew bû ku bi komployê Ocalan bike hincet da ku destwerdanê di Sûriyê de bike, lê Ocalan jî ji bo ku destwerdan li ser Sûriyê neyê kirin ji Sûriyê derket.”
Hevseroka TEV-DEM‘ê Zelal Ceger anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Zelal Ceger bang li gelê herêmê kir ku têkoşînê mezin bikin da ku komplo vala were derxistin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di hevdîtinekê bi ajansa me ANHA‘yê re bandor û encamên komploya navnetewî yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxand.
Zelal Ceger anî ziman ku hêzên ku beşdarî komploya navnetewî bibûn wekî yek hertim xwestin ku Kurdan bê rêber bihêlin û destnîşan kir ku komplo ne tenê kurd, di heman demê de tevahî gelên Rojhilata Navîn kir hedef. Zelal banga yekrêziyê ji bo pûçkirina komplo kir.
Hevpeyvîn wiha ye:
Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û komploya niha ya li dijî gelê Kurd çawa bi rêve diçe?
Piştî dîrokek dijwar ji komkujî û pişaftinê, derketina Rêber Abdulla Ocalan bû hêviyek ji bo gelê Kurd. Ocalan giyanê berxwedan û têkoşînê da gelê Kurd. Komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate plankirin yek ji hewldanên têkbirina vîna gelê Kurd û gelên herêmê ye. Tirkiyê bi rêya komploya 15‘ê Sibata 1999‘an ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest bi êrişên li ser gelê Kurd kir. Ev roj wekî rojeke reş di dîroka gelê Kurd û gelê bindest ên li herêmê de tê naskirin.
Bê guman komplo hê jî berdewam e. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana wê ya di karûbarên Sûriyê de parçeyek a komployê ye. Li aliyekî din jî siyasetên dewletên komploger li Rojhilatê kurdistan bi rêya darvekirina kurdan berdewam in. Heman siyaset li Bakur jî didome. Wekî tê zanîn Tirkiyê di sala 2015‘an li herêmên Bakurê Kurdistanê gelek komkujî li dijî kurdan pêk anîn, li gel vê yekê êrişên wê yên li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û zextên wê yên li ser hikûmeta başûrê Kurdistan berdewam e.
Ev yek nîşan dide ku niyeta hêz û dewletên komploger ên kapîtalîst a têkbirina vîna gelê Kurd, tunekirina doza kurdî û rakirina kurdan ji holê heye. Ev jî bi berdewama êrişên li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û berdewama girtina Rêbertî diyar dibe.
Hûn berxwedana gelê Kurd û gelên herêmê ya ji roja komploya 15‘ê Sibatê û vir de, pêngavên grevên birçîbûnê çawa dinirxînin?
Ji destpêka komployê bi sedan fedayî derketin kolanan û bedena xwe da ber agir, bi milyonan Kurd li dijî siyasetên dewletên komploger û ji bo rakirina tarîtiya li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin çalakî lidar xistin.
Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de gelekî berxwedêr e û koletiyê red dike. Gelekî şoreşger e û li hemberî dagirkeriyê xwedî helwesteke xurt e. Gelê Kurd li kêleka rêbertî karî komploya navnetewî vala derxîne û bi rêya domandina fikr û projeya Ocalan komplo têk bir. Her wiha di qadên navdewletî û herêmê de banga azadiya Ocalan dikin. Çalakiyên gelê Kurd ên li dijî komplo û tecrîdê berdewam e.
Berxwedana ku li Rojava hat kirin û tê kirin ya xwe dispêre ramanê Rêber Apo ji me re derfetek bû ku em nasname, çand û dîroka xwe nas bikin. Tişta ku îro li Rojava hatiye bidestxistin encamên keda mezin a ku di vê çarçoveyê de hatiye dayîn, her wiha berhemên pergala netewa demokratîk a ku di Rêveberiya Xweser de diyar dibe ye. Serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên fikirê Rêbertî ye. Ev yek ji bo gelê Kurd û pêkhateyên din serkeftineke mezin e.
Dewletên ku beşdarî komploya navnetewî bûn îro carek din mîna guran li hev kom dibin da ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin têk têk bibin. Lê hemû siyasetên wan bi binketin, ji ber ku gelê Kurd û pêkhateyên din baş dizanin çawa xwe biparêzin û çawa nêzî komplo û siyasetên bi armanca hedefkirina herêmê bibin. Em niha di pêvajoyeke nû de ne. Ev pêvajo ya sekna li hember van siyasetan e, pêvajoya çawaniya destkeftiyên hatine qezeçkirin e.
Di demên dawî de, bi taybet li Sûriyê ji aliyê hêzên siyasî û civakê ve gelek bangewazî ji bo avakirina yekrêziya partiyên kurdî û yekitiya kurdî derketin, gelo bandora van bangewaziyan li ser komployê çi ye?
Di bingeh de armanca vê komployê parçekirina erd û gelê Kurd e. Dewletên komploger heta roja me ya îro hewl didin vê yekê pêk bînin û vê komployê bikin berdewama peymana Sykes Picot a ku Kurdistan parçe kir. Ji ber ku Rêbertî banga yekitiya gelê Kurd kir û hewl dide xaka Kurdistanê bibe yek hate hedefkirin.
Niha em li Rojava di pêvajoya parastina hebûnê de ne. Yekrêziya Kurd di vê pêvajoyê de girîng e da ku siyasetên derve vala werin derxistin. Yekitî girîng e ji ber ku dewletên komploger ji nakokiyên kurdî sûdê werdigirin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji bo ku em karibin li hemberî van aliyên komploger bisekinin yekitiya netewî ya kurdî bi rêya yekrêziya kurdî û hevgirtina aliyên Kurd derdikeve pêş, da ku gelê Kurd karibe komployên li dijî wan hatin kirin û têne kirin vala derbixin û sînorekî ji karanîna dewletên komploger a hin aliyên kurdî li ser hesabê aliyên din were dayîn.
Yekitiya kurdî dê komploya li ser rêber Apo, gelê Kurd û gelê Kurdistanê têk bibe. Ji ber vê yekê divê em baldar bin. Ji ber ku siyasetên heyî siyasetên parçekirin û jihevxistinê ne. Di vê pêvajoya heyî de yekitiya netewî ji her demeke din pêwîstir e.
Dewleta Tirk di dîrokên girîng ên ji bo kurdan êrişî herêmên kurdan dike armanc ji vê yekê çi ye, hûn girêdana komploya navnetewî bi êrişên dawî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?
Tirkiyê bi zanebûn dîrokên girîng ên ji bo kurdan bi kar tîne û di van dîrokan de êrişî herêmê dike. Ev yek delîlekî eşkere ye ku di qirkirina gelê Kurd de piştî 20 salan ji komployê berdewam dike.
Di 9‘ê Cotmeha 2019’dan de Tirkiyê dest bi êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev yek asta komploya navnetewî ya li dijî Sûriyê û gelê wî bi hemû pêkhateyên wî eşkere radixe holê. Tirkiyê di heman dîroka komploya derxistina rêber Apo ji Sûriyê êrişî Bakur û Rojihlatê Sûriyê kir. Ev eşkere dike ku dewleta Tirk di komployên xwe de berdewam e û diyar dike ku bi vê komployê ne tenê rêber Apo di heman demê de tevahî Sûriyê dike hedef. Ji ber wê pêkhateyên Sûriyê gihaştin wê qenatê ku ev komplo Sûriyê dike hedef. Li ser vê yekê pêkhateyan berxwedanek bêhempa li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker raber kir ku di 9‘ê Cotmeha sala derbasbûyî de destpê kir.
Rola hêzên cîhanî û herêmê yên wê demê di komployê de çi bû, bandora wî ya îro li ser erdê li Sûriyê û Misirê çiye?
Di wê demê de gefên mezin li ser Rojhilata Navîn hebûn. Ya yekem gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê ku îro li ser erdê dûbare û nû dibe. Piştî 10 sal di ser komployê re derbas bû û bûyerên ku niha li Sûriyê rû didin berdewama wê komployê ya li dijî Sûriyê ye. Tirkiyê wê demê hewl da kaxeza Ocalan bi kar bîne û bike hincet da ku destwerdanê di Sûriyê de bike. Ji ber vê yekê Ocalan dest ji cihê xwe yê li Sûriyê berda da ku Sûriyê nekişîne şer, ji ber ku hêza Sûriyê tunebû ku li hemberî Tirkiyê û dewletên komploger şer bike.
Ya ku îro Misir û Sûriyê tê re derbas dibin rastiya komployê ji gel û hikûmetên herdu dewletan diyar kir. Dewlet û gelên wê êdî komplo û hewldanên Tirkiyê baş naskirine, her wiha nas kir ku komplo ne tenê li dijî rêber Apo ye, di heman demê de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e di nava de dewletên erebî ye.
Komplo çawa bandor li Sûriyê kir, gelo hûn vê komployê wekî hedefkirina Sûriyê tenê dibînin?
Rast e ev komplo kurd kir hedef, lê Sûriyê bi temamî ji aliyê dewletên komploger ve hatibû hedefkirin. Êrişên Tirkiyê yên îro li dijî gelê Kurd di rastî de di kesayeta kurd de li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê ye, her wiha berdewama komploya 15‘ê Sibatê ye. Divê gelê Sûriyê ji van komployên ku dagirkirina welat armanc dike hayedar be.
Rêber Abdullah Ocalan got şerê cîhanê yê sêyemîn bi hedefgirtina wî re destpê kir. Gelo hûn çawa vê gotinê werger dikin û çawa em dikarin bandora wê di dema niha de binirxînin?
Belê, şerê cîhanê yê sêyemîn bi hedefgirtina Serok Apo re destpê kir. Ji ber ku li cîhanê şerên modernîteya kapîtalîzmê li dijî civaka xwezayî û hevjîn rû didin. Ji ber ku Rêber Ocalan di fikrê xwe de civaka xwezayî, jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de bingeh girt, dewletên kapîtalîzmê xwestin Serok Apo ji rêya xwe dûr bixin. Texmîn kirin ku bi tunekirina pêşengiyê re wê tunekirina fikr û parçekirina civakê hêsan bibe.
Ev şerê cîhanê yê sêyemîn ji destpêka komploya li Rojhilata Navîn bi gelek şêwazan destnîşan bû. Mudexeleya Amerîka di Iraqê de, bihara ereban, avakirina komên çeteyan di bin navên taîfî û irqî de hemû bû sedema destpêkirina şerên navxweyî li herêmê. Ew tenê hewldanên dewletên kapîtalîzmê ne da ku ajandeyên xwe yên siyasî û aborî li herêmê pêk bînin.
Her wiha hewldanên Tirkiyê ji bo vegerandina xewnên xwe yên osmanî û imperatoriya xwe berdewam in. mudexeleya Tirkiyê di Sûriyê de asta timayên wê di Sûriyê de diyar dike. Her wiha bi heman sedemî mudexeleya Lîbay, Yawnanistan û Iraqê kir. Tirkiyê hewl dide ji Sûriyê hegemoniya xwe li Iraq, Urdun û Misrê ferz bike.
Çi ji patiyên siyasî, çînên civakê, saziyên sivîl, hikumetên herêmî û navneteweyê tê xwest da ku komplo vala derkeve?
Ji bo em navaroka komployê vala derxînin, divê em fikrê xwe yê azad û fikrê Rêber Ocalan vejînin û biparêzin, asta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û serhildanê li hember komplogeran berdewam bikin. Divê em dengê rastiyê bigihînin tevahiya gelan û civakan û li dora YPG, YPJ û hêzên leşkerî kom bibin da ku aramiyê li herêmê peyda bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin. Divê em hêviya xwe qut nekin. Ji ber ku hêvî rêya serkeftinê ye. Divê her yek ji me li gor derfetên heyî kar bike da ku bigihêjin azadiya Rêber Ocalan û rê li pêşiya komployên nû li dijî gelê Kurd û rêberên wî bigirin.
(bb)
ANHA