Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê du sivîlên din revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li Efrînê hatin wergirtin, li gundê Kemrokê yê navçeya Mabata ya Efrînê, dagirkeran kesên bi navê Cîhad Hesen Îbrahîm û Şiyar Mihemed Şoto revandin.
Cîhad Hesen Îbrahîm piştre hate berdan.