Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarî çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniya YPG`ê de hate gotin ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê hêzên wan  li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên bi bandor pêk anîn.

YPG`ê derbarê çalakiyan ev date parve kirin:

“Di roja 25’ê Îlonê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk ê bi navê Alî Okar hate kuştin.

Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li hember çeteyên koma bi navê Ehrar Şerqiye, li ser rêya gundê Goliya ya navçeya Raco çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.”