Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî çû serdana HDP’ê. Di hevdîtinê de peyamên ‘Divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin’ derkete pêş.
Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya ku wezîrê berê yê karê navxweyî û edaletê Ogmûndûr Jonasson jî di nav de çû serdana navenda giştî ya HDP’ê. Heyet bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokatiya Ji Karên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy re rûnişt.
BÛLDAN: XEBATÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ GIRÎNG E
Bûldan diyar kir ku derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew bi heyetê re rûniştine û got ku “Ji bo meseleya tecrîdê bikin rojev û danûstendinê li vê derê bi me re rûniştine. Ev hevdîtineke bi qîmet bû. Li gorî me di pêvajoyeke wisa de heyetên Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê bidin me û ev heyet li welatên xwe meseleya tecrîdê bikin rojev û xebatên wan ên ji bo rakirina tecrîdê ji bo me girîng e.”
‘7 MEH IN AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ STENDIN’
Bûldan got ku “Herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêzdar Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Em dizanin ku herî dawîn di Tebaxa 2019’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek kiriye. Ev 7 meh in tu hevdîtin nayê kirin û tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Rêzdar Ocalan ne girtiyekî normal e. Partiya me û gelê Kurd dixwaze tecrîd were rakirin. Hemû girtiyên li girtîgehan çawa malbat û parêzerên wan diçin serdana wan, mafê rêzdar Ocalan jî heye ku malbat û parêzerên wî jî hene ku biçin hevdîtia wî. Divê ev tişt ne li gorî kêfa hikumetê be.”
WARD: EM Ê LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BIHÎSTYAR BIN
Endamê parlementeriya Partiya Karkeran a Îngîltereyê Jûlîe Ward diyar kir ku ew ji zû ve vê pêvajoyê dişopînin û got ku “Vê tora hevgirtinê sala borî di dema greva birçîbûnê de derket holê. Hevalên me yên niha berê endamên Delegasyona Îmraliyê bûn. Berê jî hatibûn vir. Tê zanîn ku tecrîda li ser Îmraliyê didome. Em dixwazin vê meseleyê li welatên xwe bidin fêmkirin û bihisyariyekê ava bikin. Em ê zextên xwe yên li ser hikumetê zêdetir bikin. Bi hevdîtina ligel HDP’ê re em bêtir ji meseleyê agahdar dibin.”
Ward diyar kir ku li ser HDP’ê zextên mezin hene û got ku “Em dizanin ku zextên mezin li ser Kurdan tê kirin. Têkoşîn didome, em ê jî bi we re bin.”
Ward bal kişand ser vî tiştî ku wan ji bo hevdîtina bi Wezareta Edaletê serlêdan kirine lê heta tu niha bersiv ji wan re nehatiye.