Li gorî nûçeyek ya rojnameya dewletî ya Îran roja Duşemiya bihorî (10’ê Sibatê) jinek 63 salî ku gumana vîrûsa Koronayê girtiye li serê hebû saet 11:30 de li nexweşxaneyekî Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Berpirsên nexweşxaneyê piştî ku wê jinê jiyana xwe ji dest da raporekî fermî pêşkêşî hêzên ewlekarî, dozgerî û tendurûstiyê kiribûn lê berpirsan ragihandibûn ku bersiva tehlîlannegatîf bûye û nexweşên guman li ser piştî demekê ku di qarantîneyê de hatibûn ragirtin ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Hate qeydkirin ku li Îranê ew yekemîn mirina bi guman e ku ji ber vîrûsa Koronayê çêbûye.
Hêjayê gotinê ye ku berpirsên Wezareta Tendurûstiyê ew yek red kirine.