Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di roja 40. Emîn a şehîdbûna xwede li Şengalê bi girseyî tê bîranîn. Merasîm bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên Êzidî, Başûr, Rojava û Deşta Nînowa birêve diçe.
40 roj bi ser şehîdbûna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî re derbas bû. Mam Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di encama êrîşa hewayî ya balafirên Tirk de û bihevkariya hinek hêzên herêmî şehîd bû, di çileya xwede bi girseyî tê bîranîn.
Îro ji saet 10’an ve konê ku ji bo merasîma bîranînê li çiyayê Şengalê ya ser bi Serdeştê hatiye vedan tê ziyaret kirin. Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û gel, her wiha nûnerên ji partî û rêxistinên Başûr, Rojava û Deşta Nînowa jî tevlî merasîmê bûn.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û endamê Desteya Rêveber a Bereya Demokrasî ya Gel Adil Osman tevî şandeyek tevlî merasîmê bûn.
Merasîma Çileya bîranînê ya Şengalî wê heya êvarê berdewam bike û di merasîmê de partî û rêxistin axaftin bikin.