Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê SIBAT 2020, PÊNCŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxûyaniyekê got, Wê Xeta Lehengiya Fedaî, Komploya Navnetewî têk bibe.

&- Meşa Bernê ya ji Civevê heta bi Strasborugê, doh li Bernê bi dawî bû, wê îro jî ber bi Strasborugê dewam bike.

&- Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan y HDP’ê Ayşe Acar Başaran, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li Meclîsê Civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku girtîgehe, yek ji birînên welat ê xwîn jê tê ye.

&- Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, di roja duyemîn ya çalakiyê de li Metzê stran gotin û govend girêdan.