Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got, “Ji bo rizgariya ji vê sîstemê dem dema yekbûna têkoşîna demokrasî û kedê ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li 16’emîn Civata Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) axivî.
Temellî, anî ziman ku hêzên desthilatdar ji bo cîhanek bê ewle ava bikin, bêtir tundî û şer derdixînin pêş û got: “Werin em bi hevre neo-liberalizmê bikujin. Karker û kedkar, ciwan û jin, li qadan ji Bexdeyê heta Ekvatorê, ji Cezayirê heta Şillîyê li dijî zordestan li qadan dengê xwe bilind dikin. Dibêjin Neoliberalizm li Şillî pêş ket û wê li Şîlliyê bikujin. Ez bawer dikim ku tekoşîna ked, demokrasî û azadiyê ku li Tirkiyeyê bilind bibe wê dawî li vê hişmendiya kifniki bûye bîne.”
Temellî, xwest hemû karker û kedkar têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya kifikî bikin yek û wiha axivî: “Ev qul û gerîneka li Qesrê vebûye ked û mafê hemû gelan dadiqurtîne. Ev dewlemendên Tirkiyeyê hemû dewlemendiyên me, mafê me û nirxên me desteser dikin. Tevan li Qesrê dadiqurtînin. Her ku diçe bêtir şer zêde dikin û kedxwariyê zêde dikin. Bi xwe re bêtir xizanî, betalî û nelirêtiyê tînin. Li Tirkiyeyê 2 milyon karkerên zarok hene. Bi pergala 4 + 4+ 4 a perwerdehiyê karkeriya zarokan belav dikin. Dîsa bi zewacê zilmê li ser zarokan ferz dikin. Jinên tev li karê debarê dibin piranî rastî kedxwariyê tên. Bêedaletiyek pir mezin heye. Tenê sala par 449 jin hatin kuştin.”