&- Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo daxuyanî da.
KONGRA-GEL dest pêkê komplo şermezar kir û bal kişand ser berxwedana rêber Apo ya li dijî komployê.
Daxuyanî wiha didome;
Rêber Apo bi berxwedana xwe ya mezin planên hêzên komploger pûç kiriye. Rêber Apo di nav civaka Kurd de hêviyek ava kir. Li her çar aliyên Kurdistanê ji bo bîr, bawerî, mezhep û gelan bû hêvî. Bi têkoşîna azadiyê ya jinan bû mîmarê Kurdên azad û civaka azad.
KONGRA-GEL destnîşan kir ku di sala 22’yan a komployê de ew dikarin tecrîdê bişkînin û şertên azadiya Rêber Apo biafirînin.
Pergala dewleta faşîst ji ber polîtîkaya qirkirina Kurdan, li derve û hundir di nav krîzeke mezin de ye. Em ê îsal bi dirûşma ‘Azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê, demokratîzekirina Tirkiye û Rojhilata Navîn e’ li her derê têkoşînê geş bikin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di salvegera 21’emîn a komploya navnetewî de, ronakbîr, hunermend, ciwan û enternasyonalîst, ji çar milan ve ber bi Strasboûrgê ve dimeşin.
Bang li Kurdistanî û dostên wan hat kirin ku tevlî meşa û mîtînga 15’ê Sibatê ya li Strasboûrgê bibin.